Biden budçeya demkî ya rê nede hilwesîna hikûmetê îmze kir

17 November 2023 18:58 0 dîtin
Biden budçeya demkî ya rê nede hilwesîna hikûmetê îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, pêşnûmeya budçeyê ya demkî îmze kir.

Koşa Spî ragihandin ku budçeya demkî beriya bidawîbûna dema budçeya giştî ku hilweşîna hikûmeta federalî bi xwe re tîne, hatiye pesendkirin û ji aliyê Biden ve hatiye îmze kirin.

Di daxuyaniya nivîskî de hatiye gotin ku Joe Biden, pêşnûmeya budçeya demkî ya beriya niha ji Encûmena Nûneran û Senatoyê deng wergirtibû, îmze kir.

Budçeya demkî heta 2yê Sibata 2024an budçeya sazî û wezarên Amerîkayê dabîn dike ku dema budçeya giştî jî îro 17ê Mijdarê bidawî hatiye.