O'Brien li Biden sîretê kir: “Tawîzê nede Îranê”
PeyamaKurd – Şêwrimendê netewî yê ewlekariyê yê Amerîkayê Robert O'Brien, bo serokê nû yê Amerîkayê Joe Bidenî got; tawîzê nede Îranê û eger tawîzê bide Îranê, wê li Rojhilata Navîn pêvajoya aştiyê bikeve talûkê. O'Brien, tevlî bernameya radyoyekî bû û di hevpeyvîna xwe de got ku peymanên aştiyê yên bi Îmaratan, Bahreyn û Sûdanê re hatine kirin, di encama bêbaweriya bi Îranê re ye.
Robert O'Brien, behsa siyaseta Biden bi Îranê re jî kir û weha got:
“Eger bi Îranê re dagerin ser siyaseta tawîzê, wê pêvajoya aşityê ya ku hêj nû bûtikên xwe vekiriye, bibe ciyê şermê û pêvajo bikeve talûkê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin