Biden budçeya 1,2 trîlyon dolar a Amerîkayê îmze kir

24 March 2024 09:05 0 dîtin
Biden budçeya 1,2 trîlyon dolar a Amerîkayê îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, budçeya bi nirxê 1,2 trîlyon dolaran a Amerîkayê ku beriya hikûmet ji ber nebûna budçeyê bê asêkirin bi demeke kurt li senotayê hatibû pejirandin, îmze kir.

 Hate ragihandin ku bi îmzekirina budçeya 2024an a Amerîkayê pêşî li asêbûna hikûmetê ya ji ber nebûna budçeyê hate girtin.

Biden piştî pejirandina pêşnûmeya budçeya 2024an li meclisan nûneran a Amerîkayê ragihand, pekêta budçeyê ji bo gelê amerîkayê agahiyeke baş e û nûnertiye lihevkirina herdu aliyên demokrat û komariyan dike.

Biden, herwiha bang li meclîsa nûneran kir ku pêşnûmeya ewlehiyê ya pêşxistina berjewendiyên Amerîkayê li qada navnetewî jî di dengdanê de derbas bike.