Trump bo budçeya Amerîkayê 4,7 trîlyon dolar pere xwest
PeyamaKurd- Trump bo sala 2020an budçeya xwe şand Kongreyê. Bo budçeya wezareta karên derve û Ajansa Navdewletî ya Geşepêdanê (USAID) ê 40 mîlyar dolar pere xwest. Bo budçeya Amerîkayê bi tevahî 4,7 trîlyon pere xwest û bi awayeka nivîskî teklîfa xwe şand kongreyê.
Di teklîfê de bo personelên Amerîkayê yên ku li derveyê behrê ne û bo dezgeyên wan 5,4 mîlyar dolar, 3,3 mîlyar dolar bo desteka artêşa Îsraîlê û bo Urdinê bo desteka aborî û ewlekariya neteweyî 1,3 mîlyar dolar pere xwest.
661 mîlyon dolarê budçeyê bo şikandina bandora Rûsyayê li Awrûpa û Asya Navîn xwest. 707 mîlyon dolar jî bo têkoşîna li dijî Kore ya Bakûr, Îran û grûbên terorê pere xwest.
Di teklîfê de bo Venezuelayê 500 mîlyon dolar pere xwestin da li welat demokrasi bê avakirin û kriz çareser bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin