Li Amerîkayê deynê xelkê malbatê gihaye 17,29 trîlyon dolarî

07 November 2023 23:31 0 dîtin
Li Amerîkayê deynê xelkê malbatê gihaye 17,29 trîlyon dolarî

PeyamaKurd – Rapora banka navendê ya Amerîkayê (FED) beşa New Yorkê rapora 2023an ya çaryeka sêyem ya deynê xelkê xaneyê û rapora krediyê belav kir.

Li Amerîkayê deynê xelkê di nav malbatê de, di çaryeka sêyem ya îsal de %1,3 zêdetir bûye û gihaye 17,29 milyar dolarî. Di nav wan deynan de krediyên xaniyan para herî zêde digre lê tişta balkêş zêdebûna deynê kartên krediya ye.

Li gor dewra sala berê, di dewra îsal de deynê malbatan 228 milyar dolar zêde bûye û li gor seranserê salê gihaye 786 milyar dolarî. Deynê krediyên xaniyan yên salane gihaye 471 milyar dolarî.

Di nav qelemên din yên deynan de krediyên xwendevanan 1,6 milyar dolar, krediyên otomobîlan 1,59 trilyon dolar û yê kartên krediyan 1,08 trilyon dolare.