Deynê malbatên Amerîkayê yên ji bo malê gihaye 16,9 trilyon dolarî

17 February 2023 00:07 0 dîtin
Deynê malbatên Amerîkayê yên ji bo malê gihaye 16,9 trilyon dolarî

PeyamaKurd – Li Amerîkayê deynê xelkê malê di çar yeka dawiyê ya sala 2022an de li gor çaryek salê ya berê %2,4 zêde bû û bi temamî gihaye 16,9 trilyon dolarî. Rapor ji aliyê FED ê beşa New Yorkê de di bin navê ‘Deynê malbatê û rapora krediyan’ de hat belavkirin.

Deynê xelkê malê, li gor çaryeka sala borî 394 milyar dola zêde bû. Li gor salê 1,3 trilyon dolar zêdetir bûye. Di deynan de para herî zêde ya krediya xaniyane. Di deyndariyê de yek ji qeleman jî bi miqdarê 1,6 trîlyon dolarî krediya xwendevanan e. Ya otomobîlan 1,55 trilyon û ya kartên krediyan jî gihaye 986 milyar dolarî.