Fermandar û rêveberên berê yên Afganistanê li dijî Talîbanê amadekariya ser dikin!

01 May 2022 12:10 0 dîtin
Fermandar û rêveberên berê yên Afganistanê li dijî Talîbanê amadekariya ser dikin!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku berpirsên leşkerî yên rêveberiya berê ya Afganistanê ku neçar mabûn welat radestî Tevgera Talîbanê bikin, dest bi amadekariya şerê dijî Talîbanê dikin.

Fermandarekî artêşa berê ya Afganistanê General Samî Sadat ragihandiye ku ew dê di çend rojên bê de li dijî Talîbanê hin gavan bavêjin û gotiye, piştî cejna Remezanê ew ligel gelek leşker û siyasetmedarên berê li dijî Talîbanê amadekariya şer didin destpêkirin.

Sadat herwiha daye zanîn ku rêveberiya Talîbanê di nav 8 mehên deshilata xwe de, gelek binpêkirinên mafên mirovan kirine û ji ber vê rewşê jî wan gelek fermandar û efserên berê razî kirine ku tekane rê şerê leşkerî ye.

Samî Sadat gotiye, ew difikire piştî cejnê vegere Afganistanê û meha bê jî tê plankirin ku êrîşên dijî Talîbanê dest pê bikin.