Fermandarê berê yê CENTCOMê: Pêwîstiya me bi hebûna mayînde li Rojava heye

05 October 2024 11:03 0 dîtin
Fermandarê berê yê CENTCOMê: Pêwîstiya me bi hebûna mayînde li Rojava heye

PeyamaKurd – Fermandarê berê yê CENTCOMê Kenneth McKenzie ragihand ku ew piştgiriya Amerîkayê dikin ku hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê kêm bike û hêzên xwe li Herêma Kurdistanê û Rojava bihêle.

General Kenneth F. McKenzie Fermandarê berê yê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê CENTCOM got: “Divê şerê li dijî DAIŞê berdewam bike. Em ê berdewam bin li ser pêdaçûna hevkariyên xwe yên bi Iraqê re li gorî rêkeftinên ku bi hevpeymanan re hatine kirin." Herwiha got, ez ti ziyanê nabînim di kêmkirina hejmara leşkerên me yên li Iraqê de, bi rastî ev yek dikare tiştekî baş be.

McKenzie derbarê sermayeyên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojava de wiha got: "Pêwîstiya me bi hebûna mayînde li rojhilatê Sûriyê (Rojava) heye di şerê li dijî DAIŞê de û ji bo vê yekê jî pêwîst e ku em ligel hevalbendên xwe yên Kurd û Ereb hem li bakur û hem jî li başûrê çemê Firatê bi hev re tevbigerin."

Serfermandarê Amerîkayê bal kişand ser wê yekê ku komên çekdar ên bi piştevaniya Îranê metirsî li ser hêzên Amerîka û Iraqê li Iraq û Sûriyê çêdikin û got, Îran dikare van grûpan zêdetir kom bike, şer gurtir bike û fermana êrişa ser hêzên Amerîkayê bide.