Berdevkê Talîbanê: Wê hikûmeta me Îslamî be û Li Afganistanê cihê DAISê nîne!

26 August 2021 14:29 0 dîtin
Berdevkê Talîbanê: Wê hikûmeta me Îslamî be û Li Afganistanê cihê DAISê nîne!

PeyamaKurd - Berdevkê Talîbanê Suheyl Şahîn ragihand ku ew di nav 3-4 rojên bê de dixwazin şêweya hikûmeta Talîban diyar bikin ku wê hikûmeta wan jî li gorî yasayên Îslamî be, lê cihê DAIŞê li Afganistanê nîne.

Berdevkê Talîban Suheîl Shaheen ji Dohayê bersiva pirsên Kurdistan24ê daye û gotiye, “Dibe ku di nav 3-4 rojên pêşîn de em şêweya hikûmeta xwe kifş bikin. Vê gavê valahiya desthilatê heye. Hevdîtinên me yên bi partiyên curbecur re berdewam in. Bi taybetî me pêwistî bi kesên di warê teknîkî de biperwerde heye. Ji loma me ji xelkê xwe re jî got ku li Afganistanê bimînin. Lê belê beşek mezin yên ku direvin, ji ber şertûmercên aboriyê direvin.”

Li ser mijara çalakiyên DAIŞê li Afganistanê jî dibêje: “Helbet em jî baş dizanin ku li ser rêya me gelek astengî hene. Lê belê ew astengî ne nû ne, ew 20 sal in dewleta me di bin dagira 54 dewletan de ye. Niha me devera Pencşîr dorpêç kiriye, lê belê em naxwazin xwîn birijînin û danûstandinên me bi Ahmad Massoud û Amrullah Saleh re berdewam in. Bêguman DAIŞ jî wê hewl bide ziyanê bigihijîne hikûmeta me. Lê belê hikûmeta me wê bi temamî Islamî be û tu hincet bo çalakiyên DAIŞ li Afganistanê namîne.”

Suheyl Şahîn derbarê mayîna Tirkiyê li balafirxaneya Kabûlê jî diyar kir, helwesta wan ya li hemberî Tirkiyê piştî 15ê Tebaxê guheriye û heger di bin sîwana NATOyê de nebe ew dikarin bi Tirkiyê re hevkariyekê ava bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 25ê Tebaxê berdevkê din yê Talîban Zabiullah Mucahîd gotibû, balafirxane jî di nav de ew naxwazin hêzên Tirkiyê li qadê bibînin.