Drian: Fransa dê bi hikûmeta nû ya Afganistanê re ti peywendiyê çêneke
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ê ku ji bo vekişînên ji Afganistanê serdana Doha ya Qatarê kiribû, ser Talîbanê axivî û eşkere kir, Talîban derewan dike û da zanîn ku Fransa dê bi hikûmeta nû ya Afganistanê re ti peywendiyê çêneke.
Le Drian destnîşan kir: ‘‘Talîbanê gotibû ew ê bihêlin ku hin biyan û Afgan bi awayekî azad derkevin, lê derewan dikin’’
Drian diyar kir, Talîban dê hewcedarê peywendiyên navneteweyî be û da zanîn ku her tişt girêdayî wan e.
Fransa heta niha bi qasî 3000 kes ji Afganistanê derxistine ku bo wan bi Talîbanê re peywendî çêkiribûn.
Le Drian, di serdana Doha da da zanîn, li Afganistanê hîn hejmareke welatiyên Fransa û bi sedan Afganên ji bo Parîsê xebitîne hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin