Kabîneya hikûmeta Fransayê hat guhertin
PeyamaKurd – Koşka Elîze (Elysee) ragihand ku di kabîneya hikûmeta Serokwezîr Elisabeth Borne de guhertin hatiye kirin û wê di civîna Encûmena Wezîran a Fransayê de Serokomar Emmanuel Macron jî beşdariyê bike.
Li gorî daxuyaniyê, piştî hilbijartinên Fransayê yên 12 û 19ê Hezîranê, li şûna wezîrên di hilbijartinan de nehatiye hilbijartin, wezîrên nû hatine erkdar kirin.
Herwiha di kabîneyê de, hejmarek wezîrên din jî hatine guhertin û wezîrê ji pêwendiyên parlamentoyê berpirs Olivier Veran jî bûye berdevkê nû yê hikûmeta Fransayê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hevpeymana ku serokomar Macron pêşengiya wê dikir, di hilbijartinan de piranî ji dest dabû û piraniya parlamentoyê ketibû destê opozîsyona Fransayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin