Li Fransayê hikûmeta nû hate damezirandin

22 September 2024 16:31 0 dîtin
Li Fransayê hikûmeta nû hate damezirandin

PeyamaKurd - Hikûmeta nû ya Fransayê ya bi serokatiya Serokê Berê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Michel Barnier damezirandina xwe ragihand.

Piştî 75 rojên nediyar, li Fransayê hikûmeta nû hate damezirandin.

Piştî ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ku ji nişk ve Parlamena Neteweyî hilweşand û biryara hilbijartinan da, di hilbiartinan de Hevpeymaniya Çep bû yekemîn, lê belê Macron postê serokwezîriyê neda çepgiran û da Michel Barnier.

Di daxuyaniya Qesra Elyseeyê de hate ragihandin ku Emanuel Macron, Serokê berê yê Berxitê û Serokê berê yê YEyê Michel Barnier wek serokwezîr destnîşan kiriye û hikûmet hatiye damezirandin.

Piştî hilweşandina Parlamena Neteweyî li Fransayê qeyraneke siyasî rû dabû.

Di daxuyaniya ê de hate diyarkirin ku  di kabîneya ku ji 39 kesan pêk tê de Antoine Armand wê bibe Wezîrê Darayî û Jean-Noel Barrot jî wê bibe Wezîrê Derve.

Her wiha hate diyarkirin ku Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu wê erka xwe bidomîne.