Kuweyt: Pistî hilwesîna parlamenê hikûmeta nû hate damezirandin
PeyamaKurd - Li Kuweytê, du roj piştî hilweşandina Parlemana Neteweyî hikûmeta nû hate avakirin.
Hikûmeta nû, bi biryarnameya Îmaretî ya ku duh bi serokatiya Şêx Ehmed Ebdullah Ehmed El-Sebah ve civîya ve hate damezirandin.
Li gor vê biryarnameyê, piraniya wezîrên berê yên wek Wezîrê Navxweyî, Wezîrê Parastinê, Wezîr3e Neftê, Wezîrê Derve û Wezîrê Darayî li ser postê xwe man.
Kabîneya ku ji 13 wezaretan pêk tê, li ser biryara Mîrê Kuweytê Şêx Meşal el-Ehmed el-Sabah ji bo hilweşandina Parlemana Neteweyî û rawestandina hin xalên destûrê, ji bo heyama ku ji 4 salan zêdetir nebe hat avakirin. Emîr û Encumena Wezîran roja Îniya borî desthilatên Parlemana Neteweyî hilgirtin ser xwe.
Fehd el-Yûsif wek Cîgirê Yekem ê Serokwezîr û Wezîrê Parastinê û Wezîrê Navxweyî hate destnîşankirin. Şerîa El-Mauşercî wek Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Dewletê yê ji bo karûbarên kabîneyê û Îmad el-Atîkî jî wek Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Neftê hat destnîşankirin.
Di kabîneya nû de Ebdulrehman El-Mutirî weke Wezîrê Ragihandin û Çandê, Ehmed El-Ewdî weke Wezîrê Tendirustiyê, Enwer El-Muzaf weke Wezîrê Darayî û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Aborî û Veberhênanê û Adil El-Edvanî weke Wezîrê Perwerdehî, Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî hate destnîşankirin
Wezîrên din ên ketine kabîneyê ev in:
Abdullah Yehya - Wezîrê Derve
Nûra el-Mîşhan - Wezîrê Karên Giştî û Rêveberiyên Herêmî
Mihemed El Wesmî - Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Weqfan û Karên Îslamî
Omar Sihûd El Omar - Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Ragihandinê
Mehmûd Buşehrî - Wezîrê Elektrîk Av û Ûzeya tê nûjenkirin û Wezîrê Dewletê yê berpirsê avasaziyê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin