Hikûmeta Fransa cihên herî giring ên sûnwarên dîrokî yên Amêdiyê nûjen dike
PeyamaKurd – Hikûmeta Fransa biryar da hin cihên herî giring ên şûnwarên dîrokî yên Amêdiyê nûjen bike.
Li gor Qaymeqamê qeza Amêdiyê Warşîn Selman diyar kiriye: “Balyozê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies û Balyozê Fransayê li Iraqê Eric Chevallier serdana qeza Amêdiyê kirine û ji nêzîk ve agahdarê rewşa deverê bûne û di heman demê de amadebûna xwe nîşan dane ji bo nûjenkirina beşek ji şûnwarên dîrokî yên herî giring ên qeza Amêdiyê.”
Herwiha Qaymeqamê qeza Amêdiyê daye zanîn: “Di serdana balyoz û Balyozê giştî yê Fransayê ji bo Amêdiyê de, amadebûna du rêxistinên Fransayê diyar kirin ji bo nûjenkirina çend şûnwarên dîrokî yên giring ên wek Dibistana Qûbehan, Mizgefta kevin a Amêdiyê û Dêra Amêdiyê.”
Di berdewamiyê de eşkere kiriye: “Qeza Amêdiyê ji bo sektora kiştûkal û geştyarî û şûnwarên dîrokî giring e. Ji ber wê jî giringîdana wan sektoran wê tevgereke baştir têxe deverê, ji ber ew şûnwarên dîrokî yên bên nûjenkirin, dîroka wan vedigere zêdetirî 400 sal berî niha.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin