Hikûmeta Kurdistanê ji bo pakkirina hewayê 4 biryarên giring girt

12 January 2025 18:56 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê ji bo pakkirina hewayê 4 biryarên giring girt

PeyamaKurd - Di civîneke taybet a ku bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Mesrûr Barzanî birêve çû de, ji bo çareserkirina zêdebûna pirsgirêka qirêjiya hewayê ya li bajarên Hewlêr û Duhokê biryarên giring hatin standin. Di daxuyaniya ku piştî civînê hat dayîn de hat ragihandin ku di têkoşîna li dijî qirêjiya hawirdorê de wê li dijî kargehên ku li gorî pîvanên qanûnî û hawirdorê tevnegerin tedbîrên tund bên girtin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê, ji bo paqijkirina hewaya bajaran, li dijî parzûngeh û kargehên ku li derveyî rêziknameyê kar dikin, wê rêkarên yasayî bên kirin. Wekî din, ji xwediyên jeneratoran tê xwestin ku ji bo pêşîlêgirtina deng û qirêjiya hawirdorê fîlteran bikar bînin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Parastina jîngehê beşeke girîng a bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Berpirsiyariya me ye ku em xwezaya bedew a Kurdistanê paqij û saxlem bihêlin. "Têkoşîna li dijî qirêjiya jîngehê divê ne tenê erka hevpar a hikûmetê, her wiha tevahiya civakê be."

Barzanî diyar kir ku çareseriya pîsbûna hewayê xwedî girîngiyeke mezin e û destnîşan kir ku aliyên peywendîdar rê li ber sedemên qirêjiya jîngehê bigirin û kesên ku rêziknameyên xwe tevnegerin bên cezakirin.

Di civîna bi serokatiya Mesrûr Barzanî de biryarên hatin girtin wiha ne:

1: Ji îro pê ve li dijî her parzûngeh û kargehên ku li derveyî rêzikname û rêgezan kar dikin û dibin sedema qirêjiya jîngehê, wê tedbîrên yasayî bên kirin.        

2: Her parzûngeh, kes an aliyek ku sotemeniya wesayîtên pîs hildiberîne an bi qaçaxî dike û ziyanê dide tenduristiya civakê, wê bêne asteng kirin. Herwiha wê sînorek ji bo şewitandina gaza bermayî ya li zeviyên neftê jî hebe. 

3: Ji xwediyên jeneratorên elektrîkê tê xwestin ku rêziknameyên hikûmetê bi cih bînin, ji bo deng û qirêjiya jîngehê parsûnan bikar bînin û tê destnîşankirin ku li dijî binpêkeran wê tedbîrên yasayî bêne girtin.    

4: Wê pêşî li bikaranîna ava qirêj û ava kanalîzasyonê ya ji bo sebze û avdanê bê girtin.  

Li gorî standardên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, rêjeya rênîşandana PM10 ya salane ya 15 mîkrogram li her metrekupê li Hewlêrê di warê qirêjiya hewayê de derbas bû. Li paytextê ev rêje sê qat ji standarda cîhanê zêdetir e.

Li Herêma Kurdistanê qirêjiya hewayê her ku diçe dijwartir dibe. Gazên wekî karbondîoksîtê ji kargeh, parzûngehên neftê, otomobîlan û ya herî xeternak jî jeneratorên li taxan derdikevin, rasterast tenduristiya mirovan dikin armanc. Pisporên jîngehê li ser qirêjiya hewaya Hewlêrê hişyariyê didin.

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku li gorî bajarên din zêdetir hewayê gemarî ye, xelkê hema hema hesreta esmanê şîn bûn.

Ji bilî pîşesazîbûnê, karbondîoksîta ku ji aliyê milyonek otombîlên çalak û gelek jeneratoran ve li esmanê Hewlêrê tê berdan, bandorê li hemû zindiyan bi taybetî mirovan dike.