COVID-19 | Hikûmeta Kurdistanê ji bo meha Remezanê çend biryarên nû derxistin

11 April 2021 23:47 0 dîtin
COVID-19 | Hikûmeta Kurdistanê ji bo meha Remezanê çend biryarên nû derxistin

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber hatine meha Remazanê hejmarek biryarên nû yên xweparastina ji koronayê ragihand.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil, di civîneke rojnemevanî de ragihand, di meha Remezanê de wan biryarên nû ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê wergirtine.

Li gorî wan biryaran:

- Cezaya bikaranîna maske wê her berdewam bike.

- Xwendina li dibistanan û kolejan bi awayekî onlîne berdewam bike.

- Mizgeft wê bêne vekirin lê wê tedbîrên xweparastinê werin stendin.

- Xwendina zankoyê û xwendekarên masterê wê weke berê berdewam bike.

- Cihên giştî wê bên girtin û werin kontrolkirin.