Hikûmeta Kurdistanê roja dabeskirina mûçeyê meha Îlonê ragihand

20 September 2021 11:34 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê roja dabeskirina mûçeyê meha Îlonê ragihand

PeyamaKurd – Hikûmeta Kurdistanê, mûçeyê karmendan ê meha Îlonê, 25ê vê mehê dabeş dike.

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil diyar kiriye, mîna her car em ê roja 25 vê mehê dest bi dabeşkirina mûçeyê meha Îlonê yê karmendan bikin.

Li ser şandina 200 milyar dînar jî Cotyar Adil destnîşan kiriye, hîn neşandine, lê em li bendê ne û hêvîdar in bişînin.

Herwiha Adli eşkere kiriye, kabîneya nehem a Hikûmetê ji destpêka damezirandina xwe de soz daye xelkê Kurdistanê ku hemû hewlên xwe bo dabînkirina mûçeyê karmendan dide û got, ji vir û şûn de jî dê wisa be.

Ev çend meh in Bexda her meh 200 milyar dînar ji bo mûçeyê karmendan dide Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmet jî bê lêbirîn mûçe dide.