Di nav 4 rojan de mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê têne dabeskirin
PeyamaKurd - Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Hikûmeta Federal a Iraqê 598 milyar dînar mûçeyê karmendan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandiye.
Di daxuyaniya ku îro 2yê Tebaxê hatiye belavkirin de hate ragihandin, Hikûmeta Federal 598 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şand. Ev jî piştî hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo lihevkirin û danûstandinan li ser yasaya bûdçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê pê hat.
Rêveberê Giştî yê Bankên Bazirganî Mewlûd Sabir jî eşkere kir: “Rêkarên şandina pereyan ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê dest pê kiriye. Tê çaverêkirin îro 906 milyar dînar bikeve ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
Mewlud Sabir got: “Hikûmeta Iraqê biryar daye mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne ser hesabê bankî yê Wezareta Darayî û rêkarên vê proseyê jî dê were cîbicîkirin.”
Herwiha Mewlûd Sabir da zanîn, “Her dema pere bigihin, em dikarin di nava 4 rojan de mûçeyên hemû karmendên Herêma Kurdistanê dabeş bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin