Basim Awadî: Mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê wê berdewam be

14 March 2024 11:47 0 dîtin
Basim Awadî: Mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê wê berdewam be

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Awadî ragihand, mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê wê berdewam bin.

Awadî ji ajansa fermî ya Iraqê re axivî û nûçeyên li ser rawestandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê red kir û got ku wê mûçeyên wan berdewam bin.

Berdevkê Wezareta Darayî ya Iraqê diyar kir ku Wezareta Darayî ya Iraqê bi biryar e mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bide û got, "Em bi biryar in ku mûçeyên meha Adarê yên karmendên Herêma Kurdistanê bidin."

Beriya niha Wezîrê Darayî yê Iraqê Taîf Samî di civîna xwe ya li gel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê de bersiva parlamenterên Kurd dabû û gotibû, heta ku heya meha Adarê hesabekî bankî venebe, ti mûçe ji Herêma Kurdistanê re nayê şandin.

Biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê derbarê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê:

1. Li gor xalên 116 û 117 yên Destûra Iraqê; Divê di dabeşkirina dahatên giştî de wekhevî bê dabînkirin û li hember fermanber û karmendên Herêma Kurdistanê bêedaletî neyê kirin.

2. Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê,

Divê karmendên Herêma Kurdistanê kar bikin da ku mûçeyên wan di dema xwe de bên dabeşkirin.

3. Pêwîst e her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê bi yasaya budçeya federalî ji bo dayîna mûçeyên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pabend bin. Lê heta niha Hikûmeta Iraqê pabendî yasaya budçe û biryarên dadgehê nebûye.