Mûçeyên Pûsperê yên Herêma Kurdistanê li ber sandinê ne
PeyamaKurd - Endama Meclîsa Nûneran a Iraqê Sîrwa Mihemmed ragihand ku wê lîsteya mûçegirên meha Pûşperê ji Bexdayê re bê şandin û lîste qê di nava 24 demjimêran de ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê û Ofîsa Kontrolkirina Darayî ya Iraqê ve bê lêkolînkirin.
Mihemed di daxuyaniya çapemeniyê de got: "Ti pirsgirêk di mûçeyên meha Gulanê yên hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê de çênebû."
Sîrwa Mihemed diyar kir ku dema lîsteya mûçegiran ji Bexdayê bê şandin, wê di 24 demjimêran de bê kontrolkirin û eger pirsgirêk dernekevin wê mûçe tafilê bê şandin.
Sîrwa Mihemmed got, "Piştî biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê û ji aliyê guhertina yasaya bûdceyê ve, ti pirsgirêk li ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê nemane û divê Bexda mehane 965 milyar dînar bîşîne Herêma Kurdistanê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin