Besek ji mûçeyên karmendan ji Bexdayê gihîst Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dubardanî ragihandiye, 200 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendan ketin hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Herwiha hat eşkerekirin, “Roja Yekşema bê jî 500 milyar dînarên din, ji hikûmeta federal wê bikevin hesabê bankê yê Wezareta Darayî.”
Ev yek di demekê ye, şandina 700 milyar dînar ji bo mûçeyê karmendan Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê mehê de bipaş ketiye.
Beriya vê jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî jî eşkere kiribû: “Diviyabû hefteya borî 700 milyar dînar bihata şandin û dest bi dabeşkirina mûçeyan bikira, lê carek din şandina pereyan hat paşxistin.
Weke tê zanîn, li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, divê Wezareta Darayî ya Iraqê mehane 700 milyar dînar wek deyn ji bo mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne, heta ku pişka Herêmê ji mûçeyên giştî were şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin