Bexdayê beseke din a mûçeyên karmendên Kurdistanê sand

28 September 2023 20:08 0 dîtin
Bexdayê beseke din a mûçeyên karmendên Kurdistanê sand

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê beşa sêyem a 700 milyar dînarê mûçeyê meha Tîrmehê yê karmendên Herêma Kurdistanê şand.

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 200 milyar dînarên din bi rêya Banka Bazirganî ya Iraqê (CBI) ji bo Herêma Kurdistanê re hatiye razandin û 700 milyar dînarê meha Tîrmehê temam bûye.

Hêjayê gotinê ye, hikûmeta Iraqê piştî serdana şanda bilind a Kurdistanê ya 20ê Îlonê bo Iraqê, razî bûbû ku 3 mehên mûçeyên karmendên Kurdistanê bişîne.

Berpirsên Herêma Kurdistanê jî dibêjin, ji bo mûçeyan mehane 940 milyar dînar pêwîst e.