Sandeya Kurdistanê ji bo mûçeyên hêzên ewlehiyê serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku wê şandeyeke hevpar a Wezareta Navxweyî û Wezareta Darayî yên Herêma Kurdistanê, ji bo pirsgirêkên şandina mûçeyên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê gotûbêj bike serdana Bexdayê dike.
Jêderên siyasî yên Herêma Kurdistanê dan zanîn ku şandeya hevpar a Wezareta Navxweyî û Wezareta Darayî yên Herêma Kurdistanê, ji bo di derbarê çend pirsgirêkên darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de danûstandinan bike, we îro biçe Bexdayê
Jêderan diyar kirin ku wê şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandeyeke Hikûmeta Iraqê re bicive û hewl bide ku pirsgirêkên şandina mûçeyên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê çareser bike.
Hate ragihandin ku koma Wezareta Navxweyî bi serokatiya Rêber Ehmed û ya Wezareta Darayî jî bi serokatiya Awat Şêx Cenab wek şande hatine hilbiöartin.
Her wiha diyar bû ku şandeya hikûmeta Iraqê jî ji Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Pilandananê yê Iraqê Mihemed Temîmî, Wezîrê Avadanî û Koçberiyê Bengîn Rêkanî û çend berpirsên din pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin