Wê mûçeyên hemû karmendên Herêma Kurdistanê berî cejnê bên dayîn

25 June 2023 13:26 0 dîtin
Wê mûçeyên hemû karmendên Herêma Kurdistanê berî cejnê bên dayîn

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Huner Cemal, derbarê dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de daxuyanî da.

Huner Cemal ragihand ku dê mûçeyên hemû karmendan beriya cejna Heciyan bên dayîn û diyar kir, dê mûçeyên hemû karmendan beriya destpêkirina betlaneya cejnê bên dayîn.

Herwiha Cemal, da xuyakirin ku dê banke di rojên beriya cejnê de vekirî bin û ji bo belavkirina mûçeyan heta şevê jî kar bikin.