Hikûmeta Iraqê mûçeyên Herêma Kurdistanê sand
PeyamaKurd - Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Hikûmeta Iraqê îro 9ê Gulanê 200 milyar dînarê mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê derbasî hesabê bankê yê şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî ya Herêma, li ser biryara Encûmena Wezîran a Iraqê, îro 200 milyar dînar gihîştiye hesabê bankê yê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.
Li ser mijarê Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Fares Îsa jî da xuyakirin, sibe 200 milyar dînarên din dê bigihê hesabê bankê yê Wezareta Darayî û Aborî li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.
Hêjayî gotinê ye, ev demek e hikûmeta Bexdayê mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê neşandibû û ji ber rawestandina hinardeya petrolê bi ser Tirkiyeyê de jî ev yek bûbû sedema krîzekê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin