Hikûmeta Kurdistanê biryarên ser mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bicih tîne

26 October 2021 19:38 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê biryarên ser mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bicih tîne

PeyamaKurd - Hikûmeta herêma Kurdistanê plana bicihanîna biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên mafên mirovan pejirand û li gorî tê xwestin rapor dike.

Rêvebera giştî ya yasa û mafên mirovan a Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov li Herêma Kurdistanê Tavge Omer da xuyakirin, piştî pêşkeşkirina raporta mafên mirovan a sala 2018ê ku herêma Kurdistanê jî di darijandina plana niştimanî ya Iraqê ya pêşxistina mafên mirovan beşdarî kir û sala 2018ê encûmena mafên mirov a NYê hejmarek biryar ji bo Iraqê girtin, aliyê ku girêdayî herêma Kurdistanê ye jî plana herêmî ya ji bo bicihanîna biryaran hat pêkanîn û yekem car e li Kurdistanê bi destê kabîneya nehem ew plan hat darêjandin û encûmena wezîran jî ew plan pejirand.

Hêjayî gotinê ye, li gor bernameya NYê, divê her çar salan carekê Iraq raportekê derbarê mafên mirovan de pêşkeşî encûmena mafên mirova a NY bike û raporta Herêma Kurdistanê jî dê di nav wê raportê de be û encûmena mafên mirovan a NYê jî wê biryarên baştirkirina rewşa mafê mirovan pêşkeşî Kurdistan û Iraqê bike.