Hikûmeta Kurdistanê: Em li dijî hemû cureyên tundiyê û binpêkirina mafên mirova bi gistî û mafên jinan e
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê êrîşa li ser keçeke Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û got, ev bûyer nayên qebûlkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî hemû cureyên tundiyê û binpêkirina mafên mirova bi giştî û mafên jinan e.
Li gor Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyekê de da zanîn: “Êrîşa li ser keçeke ciwan li navçeya Huana ya bajarê Silêmaniyê şermezarî ye, her wek çawa di van rojên dawî de, bûyereke din a destavêtina li ser jineke din li parêzgeha Silêmaniyê rû da. Ev bûyer nayên qebûlkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî hemû cureyên tundiyê û binpêkirina mafên mirovan bi giştî û mafên jinan e. Divê di zûtirîn demê de tedbîrên yasayî li hemberî encamderên van tawanan bên girtin.”
Herwiha do 30.12.2022ê keçeke ku xwestibû li navçeya Huana yê bajarê Silêmaniyê li pêşbirka motorsîkletan temaşe bike, lê ji aliyên ciwanan destdirêjî li ser wê keçekê kirin, ev yek jî bû sedema karvedanên mezin.
Hat ragihandin ku polîsê Silêmaniyê 16 kes bi tohmeta destdirêjiya li ser wê keçê desteser kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin