Ji Hikûmeta Kurdistanê çend biryarên girîng: Xercîne kêm dibin, mafê mûçexwaran tê garantîkirin...
PeyamaKurd – Ji civîna doh 5ê Gulanê ya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya, hejmarek biryarên girîng derbarê kêmkirina xercîneyan, bicihanîna yasaya çaksaziyê û karnameya kabîneya 9an a Kurdistanê hatin derxistin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: di civînê de, guftûgo derbarê rewşa darayî ya niha ya Herêma Kurdistanê û rênimayên bicihkirina yasaya çaksaziyê hate kirin, ku beşek ji karnemaya kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Di beşeke din a civînê de, Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran derencamê civînên şanda hikumeta Herêmê li Bexdayê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr pêşkêş kirin, bi taybet babeta destkeftên darayî û dosya petrolê û gazê.
Encûmena Wezîran ji bilî destxweşiya li şandê û bilind nirxandina hewlên wan, pêşniyarên şandê pesend kirin, bo berdewamiya civînan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dabînkirina maf, mûçe û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê.
Derbarê proseya çaksaziyê, Encûmena Wezîran tekezî kir li ser bicihkirina tevahiya birgên yasaya çaksaziyê li gor plana ji aliyê Komîta Bilind a Çaksaziyê pesend kir û wezaretên pêwendîdar jî raspardin bi wergirtina rêkarên pêwîst, bi arasteya gerentîkirina mafên mûçexwaran.
Encûmena Wezîran ev biryar derkirin:
Kêmkirina xerciyan:
Piştî guftûgoyan û raguhartinê, derbarê kêmkirina xerciyan de, Encûmena Wezîran ev biryarên li jêr dan:
- Kêmkirina mûçe û dermaleyên xwedî wezîfeyên bilind û pileyên taybet li Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatî û endamên Perlemanê û Encûmena Dadwerî û encûmenên parêzgehan di warên xizmeta şaristanî û serbazî û hêzên asayişa navxwe û asayişa giştî û encûmena asayişê û ewên bi plana xaneşîn bûne yan xaneşîn dibin.
- Xerckirina tenê mûçeya bineretî ji bo ew pileyên taybet ên ku di Rêveberiya Giştî de ber bi ser in û serokên yekîneyên kargîrî ji parêzgar û qeymeqam û rêvebirên nahiyayan ku mehom in û pêwîst e li ser Wezareta Darayî û Aborî di heyama 30 rojî de di çarçoveya yasaya çaksazî de çarenivîsa wezîfeya wan were yekalîkirin.
- Pêwîst e Wezareta Darayî û Aborî mûçeyê tenê ji wan kesan re xerc bike, ku tomar in li databeysî tomara bayometrî û bi kirdarî di xizmeta wezîfeyê de ne, herwiha birîna mûçeya wan kesan ku bi kirdarî xizmeta wezîfî nakin.
- Kêmkirina budceya teşxîlî bo nivîtirîn ast bi awayekê tenê bwarên serekîyên xercîyan vegire wek bwarê dabînkirina dermanan, pêdawîstîyên pizîşkî, taqîgehî, xwarina nexwşxaneyan, zîndanîyan xane ya newcewanan, zaroyan û şêletrên jinan, pakijkirina bajaran, bajarokan, nexweşxaneyan, pêdawîstîyên avê, kirê ya wêstegah berhemhînana Karebê û çêvekirina rêyan.
- Peyrewkirina sîstema (On Line) bo xerckirina teşxîlî ji bo zêdekirina şefafîyetê û kêmkirina rotînê.
- Rawestandina xercîyên budceya weberhînanê (pirojeya wezaretan û pêşxistina parêzgehan).
- Pêdaçûn bi nesrîye û pêşîne ya wezaret û tevaya dezgehên herêmê ji alîyê civata wezîran û wezareta Darayîyê bi arasteya kêmkirina wê bo nivîtirîn asat.
- Rawestandina xerckirina rasterasta wezaretan li ser pişka dahatên xwe.
- Pêdaçûn bi xercîyên xizmetguzarîyên petrol û gazê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin