Kovara Time Diyarbekir xist nav 100 cihên herî pêsîn ên cîhanê
PeyamaKurd – Kovara Amerîkî Time ya navdar a cîhanê, Diyarbekir di nav 100 cihên herî xweş ên cîhanê de ku mirov dikare lê bigerî û bibînî bi nav kir.
Kovara Time bi jimareke taybet a “Cihên herî mezin ên cîhanê” derket. Kovarê 100 cihên ku divê li çaraliyê cîhanê werin ziyaret kirin navnîşan kirin.
Di lîsteya cihên ku werin ziyaretkirin de ji Tirkiyeyê 2 cih ketine di rêza 100 de. Yek jê Diyarbekir Express û ya din Hemama Zeyrek Çinili ya Stenbolê ye.
Kovarê bi pêşniyara rêwîtiya bi Diyarbekir Expressa Turîstîk re bal kişand ser dîroka hezaran salan a bajêr.
Kovara Time di nûçeya xwe de derbarê Diyarbekir Ekspresê de ev daxuyanî da:
“Ji deştên berfireh ên Anatolyayê û çiyayên rojhilatê Tirkiyê ber bi deştên bakurê Mezopotamyayê ku wek dergûşa şaristaniyê tê zanîn, rêwiyan digerîne. Heftenameya Diyarbakir Express, ku di meha Nîsanê de ji hêla Rêhesinên Dewletê ya ji hêla hikûmetê ve hatî vekirin, 653 kîlometreyan ji paytexta Tirkiyê Enqereyê heta Diyarbekirê li başûrrojhilat digere. Dîroka Diyarbekirê ya ku di sedsala 4an de bi sûrên bazaltê yên reş ên balkêş ên bi heybet hatiye dorpêçkirin, vedigere bi hezar salan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin