Erdogan, parêzgarên Wan û Diyarbekirê ji kar derxistin; cihên 20 parêzgaran guherandin

12 May 2022 13:38 0 dîtin
Erdogan, parêzgarên Wan û Diyarbekirê ji kar derxistin; cihên 20 parêzgaran guherandin

PeyamaKurd-Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Wan û Diyarbekirê jî di nav de 10 parêzgaran ji kar derxist. Li gorî rojnameya fermî, cihê 20 parêzgaran jî hatiye guherandin.

Parêzgarên Diyarbekir û Wanê jî di nav de 10 parêzgarên bajarên bakur û Tirkiyeyê ji kar hatin derxistin û li hinek qadên din ên fermî hatin bicihkirin. Biryar ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ve hat dayîn û li ser heman biryarê, cihê 20 parêzgaran jî hat guherandin.

Li gorî rojnameya fermî, parêzgarên Riha, Wan, Diyarbekir, Bolu, Bartin, Kayseri, Uşak, Karaman, Kirşehîr û Ispartayê ji kar hatin derxistin. Hat ragihandin ku 9 ji wan bûne sermufetîşên mulkiyeyê û yek jê jî bûye Serokê Lijneya Teftîşê.