Yerlikaya: Ji ber heqaretê li Ataturk û Erdogan kiriye kesekî li Sûr a Diyarbekirê xistine binçav

20 April 2024 20:42 0 dîtin
Yerlikaya: Ji ber heqaretê li Ataturk û Erdogan kiriye kesekî li Sûr a Diyarbekirê xistine binçav

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku ji ber li şaredariya navça Sûrê ya Diyarbekirê DEM Partî heqaretê li wêneyên Atataurk û Erdoğan kirine, mufettîşan wezîfedar kiriye.

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Yılmza Tunç jî ragihand ku serdozgeriya Diyarbekirê li ser mijarê lêpirsîna edlî daye destpêkirin.

Daxwuyaniyekî nû ji wezîrê navxwe ji Ali Yerlikaya hat kirin û di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Piştî merasima mazbatayê ya şaredariya Sûr a Diyarbekirê, kesê bi navê U.G.di meqamê şaredar de heqaret li wêneyê damezrênerê dewleta Tirkiyê Gazi Mustafa Kemal Atatürk û serokkomar Recep Tayip Erdoğan kiriye û ji aliyê asayîşa Diyarbekir de hatiye binçavkirin.”