Erdogan: Em desthilat û hevkarê me, me planê xwe li gor sala 2028an kiriye

28 September 2024 17:41 0 dîtin
Erdogan: Em desthilat û hevkarê me, me planê xwe li gor sala 2028an kiriye

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di axaftina xwe ya li ser ku partiyên wekî CHPê dixwazin hilbijartina pêşwext bila bibe, got:

“Em desthilat û hevkarên xwe temamê planên xwe li gor sala 2028an çêdikin. Ew erka desthilatiyê ya ku millet di 14-28ê Gulanê de daye me, heya wextê hilbijartina normal, em ê bi awayekî baş û herî berhemdar bikarbînin. Muxalefet hilbijartinê dixe rojevê da pirsgirêkên navxwe binpûş bike. Li ber Tirkiyê 3,5 sal heye ku her salekî bi qiymeta zêre.

Em dikarin di seha aboriyê, bergiriyê, dîplomasiyê, demokrasî û sehayên din de, ji bo em bigihên armancên xwe, divê em heqê 3,5 salan bidin.

Rojevên di derveyê van tiştan de tev sextene, berbiçav nînin, sanalin û tenê dixwazin enerjiya welat beredayî serf bikin…”