Koreya Basûr û Sîngapûrê armanc dikin ku sala bê bibin hevkarên stratejîk

08 October 2024 13:46 0 dîtin
 Koreya Basûr û Sîngapûrê armanc dikin ku sala bê bibin hevkarên stratejîk

PeyamaKurd –  Koreya Başûr û Sîngapûrê li hev kir ku sala bê bi boneya 50emîn salvegera damezrandina têkiliyên dîplomatîk dest bi hevkariyeke stratejîk bikin. Serokwezîrê Sîngapûrê Lawrence Wong roja sêşemê got ku wan li ser vê mijarê gihîştine rêkeftinekê.

Her du welatan peymanek li ser rêkeftinê îmze kirin û armanc ew e ku hevkariyê di warên wekî teknolojiya hişê çêkirî, parastin û guherîna av û hewayê de kûr bikin û her weha peymana bazirganiya azad pêşve bibin.

Wong, di konfêranseke çapemeniyê ya hevpar de bi serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol re ku di serdaneke fermî de bû, got: “Nûkirin ne tenê guhertineke nav e; di heman demê de tê wateya hevkariyeke girîngtir jî.”

Wong lê zêde kir ku her du welat xwedî gelek taybetmendiyên hevpar in. Got, “Em herdu jî ‘pilingên Asyayê’ bûn û me karî aboriyên xwe bi serkeftî bi pêş bixin.”

Di daxuyaniya xwe ya li ser televizyonê de, Yoon Suk Yeo jî got ku Koreya Başûr a ku sêyemîn mezintirîn îtxalkarê gaza xwezayî ya şil  (LNG) ya cîhanê ye û wan bi Sîngapûrê re peymaneke hevkariya peydakirina LNGyê îmze kiriye ku navenda LNGyê ye da ku aramiya zincîra peydakirina navneteweyî misoger bike.