Amerîka û Koreya Basûr, dest bi tetbîqata mezin dikin
PeyamaKurd- Di çapemeniya Koreya Başûr de hat ragihandin ku dê hêzên berevaniya Amerîka û Koreya Başûr, di dawiya vê mehê de dest bi tetbîqateke dorfireh bikin. Hat ragihandin ku ji bo vê tetbîqatê, niha amadekarî tên kirin.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku dê Amerîka bi jetên F-35B tevlî tetbîqatê bibe û dê jetên F-35A, F-15 û KF-16 jî ligel 140 balafirên şer ên Koreya Başûr li deverê hebin da ku tetbîqatên asîmanî bên kirin.
Hat zanîn ku ev tetbîqata mezin dê di navbera 31ê Cotmehê û 4ê Mijdarê de were kirin û dê artêşa Amerîkayê ji baregeha xwe ya li Japonyayê bi 100 belafiran piştgiriya tetbîqatê bike.
Her wiha li gorî ragihandina rayedarên Koreya Başûr, dê Awûstralya jî tevlî vê tetbîqatê bibe. Ji bilî van agahiyan jî hat ragihandin ku Koreya Başûr, duh dest bi tetbîqatên xwe yên salane jî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin