Amerîka û Koreya Basûr, dest bi tetbîqata hevpar kir!

26 September 2022 17:30 0 dîtin
Amerîka û Koreya Basûr, dest bi tetbîqata hevpar kir!

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya hêzên deryayî ya Koreya Başûr, Balafir û keştiyên şer ên Amerîka û Koreya Başûr, bi hev re li Nîvgirava Koreyê dest bi tetbîqata hevpar a deryayî kiriye.

Di daxuyaniya hat dayîn de hat gotin ku tetbîqata tê kirin, li dijî sorkirinên Koreya Bakur, nîşaneya biryardariya bihêz a hevkaran e.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku keştiya balafiran USS Ronald Reagan a Amerîkayê ku bi enerjiya nukleerî dixebite jî di nav de ji 20an zêdetir keştiyên şer ên Amerîka û Koreya Başûr di vê tetbîqatê de cihên xwe girtine.

Ji sala 2017an û bi vir ve ye, cara yekemîn e ku di tetbîqata hevpar a deryayî de keştiya balafiran a Amerîkayê tê bikaranîn.