Erdogan: Em ê Tirkiyeke ku Kurd û Tirk bi sedan salan bihevre bijîn ava bikin

27 October 2024 10:02 0 dîtin
Erdogan: Em ê Tirkiyeke ku Kurd û Tirk bi sedan salan bihevre bijîn ava bikin

PeyamaKurd – Di demeke ku banga bo Abdullah Ocalan a Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest tê nîqaşkirin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî got, ew ê hemû derfetên xwe bikar bînin ku teror û tundiyê li Tirkiyeyê nehêlin û Tirkiyeke wiha ava bikin ku bi sedan sal Kurd û Tirk bi hev re bijîn.

Erdogan, doh Şemiyê di merasîma radestkirina kilîtên 130 hezar avahiyên TOKİyê yên bo mexdûrên erdhejên 6ê Sibata 2023yan de axivî û got, ew ê heta dawiya 2025an radestkirina 452 hezar û 958 xanî, kargeh û tewleyan biqedînin, bi awayekî ku li herêma erdhejê ti xwedî maf bê xanî nemîne.

‘Em ê Tirkiyeyeke bê teror a bi demokrasî û biratiyê ava bikin’

Serokomarê Tirkiyeyê got: “Ne teror û xizmetkarên emperyalîzmê, nejî dewletên terorê ku navçeya me xistine nava agir, nikarin armanca me ya sedsala Tirkiyê têk bidin. Tirkiye dewleteke mezin e. Em hestiyar tevdigerin û wiha biryar didin. Emê hemû derfetên xwe bikar bînin û Tirkiye ku tê de teror û tundî nebe, lê aramî, demokrasî û biratî hebe, ava bikin.”

Erdogan wiha pê de çû: “Li ser vê axê, hê bi sedan salan Tirk, Kurd, Ereb, Elewî û Sunne, bê cudahiyê heştê pênc milyon di nava biratiyê de bijîn. Yekîtiya me li jor hemû xiyanet û hewlên têkdanê ye. Rêxistinên terorê nagihin armanca xwe. Nikarin, eniya me ya navxweyî bihejînin, cudahî bixin navbera me û biratiya me têk bidin.”