Erdogan ragihand: 4 herfên Kurdî jî dikevin alfabeya Tirkî

06 November 2024 17:31 0 dîtin
Erdogan ragihand: 4 herfên Kurdî jî dikevin alfabeya Tirkî

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li paytexta Kirgizistan Bîşkekê beşdarî “Luteya Konseya Serokên Hevkariya Dewletên Tirk” bû û li ser ‘Projeya Alfabeya Hevpar a Tirk’ daxuyanî da ku di wê alfabeyê de tîpên Kurdî yên X, Q, W, Û jî cî digrin.

Erdogan ragihand ku wan di çarçoveya ‘Projeya Alfabeya Hevpar a Tirk’ de li hev kiriye û dê 5 herfên nû li alfabeya Tirkî bêne zêdekirin.

Li gorî daxuyaniya Erdogan, tê çaverêkirin ku 5 tîpên “X,Q,W, Û û Ň” li alfbeya Tirkî bêne zêdekirin û hejmara tîpan ji 29an derkeve 34 tîpan.

Ger ew alfabe bê pejirandin dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka ji ber herfan di navên Kurdî de derdikeve ji holê rabe.