Erdogan çalakiya Wêjeya Kurdî ya Klasîk û Sahesteyên Kurdî pîroz kir
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji çalakiya “Wêjeya Kurdî ya Klasîk û Şahesteyên Kurdî” ya ku di çarçoveya Festîvala Rêya Çandê ya ku li parêzgeha Wanê ya bakurê Kurdistanê tê bi rêveberin re peyameke pîrozbahiyê şand.
Edogan di peyama xwe ya ji bo çalakiya “Wêjeya Kurdî ya Klasîk û Şahesteyên Kurdî” ya Festîvala Rêya Çandê ku di 29ê Pûşperê de dest pê kir û wê heta 7ê Tîrmehê bidome de got ku Cizîr, Hemedan, Wan, Erdelan, Îmadiye, Bedlîs, Colemêrg, Bazîd, Hîzan, Sêrt, Meya Farqîn û Amed bi medreseyên xwe navdar in û Wêjeya Klasîk a Kurdî li wan deran bi pêş ketiye.
“Gring e ku ciwanên me van berhemên bêpehma yên Kurdî nas bikin”
Recep Tayyîp Erdogan amaje bi gringiya danasîna berhemên Kurdî kir û got:
“Li medreseyan li gel wêjeyê di qadên dîrok, felsefe, avahîsazî, endezyarî, bîrkarî û astronomiyê de gelek alim, zana, helbestvan û nivîskar derketine ku gihiştine lûtkeya qadên xwe. Gelek şarezayên kelam, qelem û zanistê yên wekî Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran berhemên xwe ne tenê diyarî mirovên vê axê, diyarî hemû mirovatiyê kirine. Ez pir gring dibînim ku li Wanê, di festîvalekê de çalakiyeke wiha hatiye sazkirin û ew berhemên bêhempa yên Kurdî bi ciwanên welatê me tên danasîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin