Li Diyarbekirê çalakiya “Sonda Jiyana Kurdî” tê lidarxistin

04 November 2023 13:37 0 dîtin
Li Diyarbekirê çalakiya “Sonda Jiyana Kurdî” tê lidarxistin

PeyamaKurd – Platforma Ciwanên Serbixwe diyar kir ku ew ê di bin navê "Sonda Jiyana Kurdî" de li Diyarbekirê bimeşin.

Di posta ku li ser platforma medyaya civakî X hatî parve kirin, hat ragihandin ku wê di 5ê Mijdara 2023'an de saet di 14.00an de li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê bi navê "Sonda Jiyana Kurdî" çalakî were lidarxistin.

Herwiha metna sonda ya ku wê di çalakiyê de bê xwendin di postê de cih girt.

Di metna sondxwarinê de tê gotin ku platformê xeteke nû ava kiriye û ji bo vê xetê ji hemû aliyên civakê re ragihînin wê çalakiyên protestoyî li dar bixin.

“Biryareke nû bi çalakiyeke wêrek deng vedide û digihêje gel. Çirûskek piçûk rêya dîroka mirovahiyê diguherîne. Ji niha û pê ve rêbazeke me ya nû ya têkoşînê Berxwedana Pasîf heye.

Ev çalakiya protestoyî wê bibe çirûska yekemîn a xeta têkoşîna neteweyî ya nû ya neteweya Kurd ku bi rêbaza berxwedana pasîf pêxistiye."

Di nivîsê de hat gotin ku heta hemû gelê Kurd di her aliyê jiyanê de bi Kurdî biaxive wê li bajar û demên cuda çalakî bên lidarxistin.