Parêzgeha Diyarbekirê çalakiyan ji bo 7 rojan qedexe kir

22 November 2022 02:02 0 dîtin
Parêzgeha Diyarbekirê çalakiyan ji bo 7 rojan qedexe kir

PeyamaKurd – Parêzgeha Diyarbekirê çalakiyên weka civîn, meş, ragihandina çapemeniyê, greva birsê, rûniştina komkî, mîtîng, vekirina stendan, vegirtina konan, belavkirina belavokan û tevgerên weka wan di nav sînorên parêzgehê de qedexe kiriye. Her çalakiya bêkirin divê ji parêzgehê û hêzên ewlehiyê îzna wê bistînin.

Qedexe ji bo 7 rojaye. Qedexe ji 21.11.2022an siet ji 13.00an destpêkiriye û heya 27.11.2022an dewam dike.

Li ser biryara qedexeyê, baroya Diyarbekirê ji bo betalkirina biryarê dozekî vekir. Baroyê ragihand ku biryar li dijî demokrasiyê ye û di dadgeha Îdarî ya Herêmî de, ji bo betalkirina wê doz vekirine.