Parêzgeha Mêrdînê ji bo 3 rojan kirina çalakiyan qedexe kir

15 August 2024 21:03 0 dîtin
Parêzgeha Mêrdînê ji bo 3 rojan kirina çalakiyan qedexe kir

PeyamaKurd – Li Parêzgeha Mêrdînê, rêvebiriya parêzgehê ji bo 3 rojan kirina çalakiyan qedexe kir.  Qedexe ji bo Mêrdîn û temamê qezayên wê ne. Qedexe di navbera 15-18ê Tebaxê de ye.

Li gor ragihandina parêzgehê; meş, civîna çapemeniyê, vekirina stendan, civînên servekirî, grev û temamê çalakiyên weka wan qedexene.

Kesê bixwaze çalakiyekî bike divê ji parêzgehê û hêzên asayîşê îznê bigre.