Parêzgeha bajarê Bedlîsê ji bo 10 rojan çalakiyan qedexe kir
PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Bedlîsê ji bo 10 rojan li seranserê bajêr kirina çalakiyan qedexe kir. Ji ber wezareta karên hundir ya Tirkiyê li bajarê Hakkariyê qeyyûm danî şûna şaredarê wê yê DEM Partiyê Mehmet Sıddık Akış û hêzên asayîşê li bajarê Wanê wî desteser kirin, dewlet ditirse ku li bajarên din li dijî hukumetê xelk dest bi çalakiyan bike, qedexekirina çalakiyan li bajarê Kurdistanê dewam dikin.
Ji bo li bajarê Bedlîsê ber li çalakiyan bigrin, parêzgeha Bedlîsê ji bo çalakiyan qedexeya ji bo 10 rojan ragihand. Qedexe îro seet di 17.00an de destpêkir û wê heya 12ê Hezîranê seet 23.59an dewam bike.
Kirina her çalakiyekî siyasî bi îzna parêzgehê û hêzên asayîşa Bedlîsê ve hatin girêdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin