Erdogan: “Qedexeya ser zimanê Kurdî, me rakir”

09 December 2023 21:47 0 dîtin
Erdogan: “Qedexeya ser zimanê Kurdî, me rakir”

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Îstenbolê li Navenda Çandê ya Halîcê di bernama ‘Rûyê Mirovahiyê ya Mafên Mirovan ya Dinyayê’ de axifî. Erdoğan di axaftina xwe de got:

“Me qedexeya ser zimanê Kurmacî rakir. Kurdên Tirkiyê dikarin bi zimanê xwe xebatên xwe yên siyasî bikin. Berya AK Partî bibe desthilat, zimanê Kurdî qedexe bû. AKP qedexeyê rakir û li seranserê welat derfetên hînbûna Kurdî çêbûn.

Bi zimanê Tirkî re me derfedê da ku ziman û zaravayên din jî hîn bibin. Me derfet da ku di zimanên din de propoganda siyasî bikin, me ji wan re radyo û televizyon vekir.

Ma Kurdî ne qedexe bû? Belê qedexe bû. Îro hemwelatiyên me yên Kurd, birayên me dikarin bi Kurdî her propoganda siyasî bikin, me ji wan re rê vekir. Di wexta me de cara yekeme ku ‘sûcê nefretê’ ket nav sîstema dadê û cezayê.”