CNN Internaitonal: Kurdên Tirkiyeyê, dikarin çarenûsa Erdogan diyar bikin!
PeyamaKurd- CNN International ku yek ji saziyên çapemeniyê yên pêşeng ên Amerîkayê ye, li ser hilbijartinên ku dê di 14ê Gulana 2023yan de li Tirkiyeyê bên kirin, nivîsî.
Saziya medyayî ya Amerîkayê CNN International, li ser hilbijartinên Tirkiyeyê nûçeyeke şîroveyî weşand û di vê nûçeyê de bal kişand ser komek hilbijêrên ku dê di hilbijartinê de dengên xwe bidin.
Di gotara bi sernavê "Kurdên Tirkiyeyê, dikarin çarenûsa siyasî ya Erdogan diyar bikin" hat weşandin de wiha hat gotin:
"Partiya Kurd a li Tirkiyeyê, wekî partiya ku dê di hilbijartinên pêşiya me de serkeftî diyar bike derketiye holê û dikare roleke ku hevsengiya Serokomariyê dike bilîze û Erdogan ji desthilatdariya 20 salî daxîne.
Geşedana herî xeternak a li hember Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê Ak Partiyê ew bû ku HDPê meha borî ragihand ku ew ê namzedê xwe dernexin. Gelek pispor bi awayekî zelal dibêjin ku vê gava HDPê ew ê ku pêşî li alîgirên xwe veke da ku dengên xwe bidin rikeberê esasî yê Erdogan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin