‘Bi 2 sertan Kurdên Rojava dikarin tevlî Artêsa Suriyê bibin’
PeyamaKurd - Hevseroka Meclîsa Suriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di axaftineke xwe de bersiv da banga hikumeta Suriyê ya ji bo tevlibûna Artêşa Suriyê û got “ Ger em karibin di warê rêvebirina herêmî de li hev bikin û Artêşa Suriyê ji nû ve bê çêkirin ew amadene tevlî artêşê bibin.”
Beriya cend rojan Serokê Hikumeta Suriyê Beşar Esad bang li Hêzên Suriya Demokratîk kiribû û gotibû “Ji bo şerê li dij çekdarên bi ser Tirkiyê ve beşdarî nav artêşa Suriyê bibin.” Li ser vê bangê ji Hevseroka Meclîsa Suriya Demokratîk (MSD)’ê Îlham Ehmed jî bersiv hat. Ehmed got “ew amadene tevlî Artêşa Suriyê bibin, lê ji bo ev pêk bê divê Artêşa Suriyê ji nû vê bê avakirin.”
Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Ji bo hêzên me tevlî Artêşa Suriyê bibin divê Artêş biguhere û ji nû vê bê avakirin.Ger em li ser rêvebirina herêmên xwe bi rejime re li hev bikin wê deme em dikarin tevlî artêşê bibin. Ev kar jî ne kare seateke ye divê bi Şam re hevdîtin pêk û bê axaftin.”
Ehmed her wiha rexne li Wezaretê Berevaniyê girt û got, “Wezaret heta niha daxuyaniyên me sucdar dike belav dike. Ji ber vê jî HSD ji bo tevlîbûnê got “Na”. Divê em li hev rûnin û li ser hîn xalan li hev bikin.”
Wezaretên naxwe, berevaniyê û perwerdehiyê yên Sûriyê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî belavkiribûn û bang li şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên asayîşa Rojava kiriibûn ku biçin nav hêzên artêş û polîsê Sûriyê bo rûbirûbûna êrişa Tirkiyê û wezareta perwerdehiyê jî amadebûna xwe derbarê rewşa xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin