Rêveberiya Samê bang li Kurdên Rojava kir: Tevlî hikûmetê bibin
PeyamaKurd – Li demeke ku Tirkiye bi destûrdana Amerîkayê re dike ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û piştî daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî yên gotibû, ‘Em dikarin li dijî operasyona Tirkiyê bi hikûmeta Esed re tifaqê bikin’ rêveberiya Şamê jî daxuyaniyek da.
Li gorî rojnameya El Weten a Sûrî, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad bang li Kurdên Sûriyê kir ku tevlî hikûmeta Sûriyê bibin.
Mîqdad gotiye, “Li şûna hûn di nav çaleke bêbinî de wer bibin, tevlî hikûmetê bibin.”
Feysel Mîqdad daye xuyakirin ku ew dê destûrê nedin dagirkirina Sûriyê û bervaniyê lê bikin û ji bo Kurdan jî gotiye, hikûmeta Sûriyê dê hemû ewladên welat hêmbêz bike.
Mîqdad herwiha gotiye, dê rêveberiya Şamê hemû kêşeyan jî bêyî bikaranîna tundiyê çareser bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin