Miçotakis: Têkiliyên bi Tirkiyeyê re dikarin bên baskirin

16 February 2023 17:30 0 dîtin
Miçotakis: Têkiliyên bi Tirkiyeyê re dikarin bên baskirin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Miçotakis diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku hawirdora erênî ya di têkiliyên dualî de erdheja Mereşê, dikare bibe sedema başbûna têkiliyên navbera Tirkiye û Yunanîstanê.

Kiryakos Miçotakis, di bersivdayîna pirsên rojnamevanan de yên li Kozanê de kêfxweşî û serbilindiya xwe ya ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji Yunanîstanê, ji bo rizgarkirina erdhejzedeyên li bakur û Tirkiyeyê nîşan da.

Miçotakis bal kişand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, di daxuyaniyên xwe yên ku gotibûn dibe ku di têkiliyên dualî de başbûn çêbibin, nîşeyek daniye û got,

"Nakokiyên me hene. Ev li gorî hiqûqa navneteweyî û bi awayekî ku ji têkiliyên cîrantiyê re rêz were girtin dikarin bên çareserkirin. Di dawiyê de baweriya min bi girêdana hestiyar a di navbera gelên me de heye ku bi vê trajediyê derketiye holê. Bi rastî ez bawer dikim ku têkilî baş bibin.”

Serolwezîrê Yunan Miçotakis bal kişand ku ew di wê baweriyê de ne ku gelê Yunanîstanê dê piştgiriya bi gelên Tirkiyeyê re berdewam bike û diyar kir ku Yunanîstan dê wekî welatekî cîran rola xwe di xebatên ji nû ve avakirina herêmên erdhejê de bilîze.