Zelensky: Yên digotin qey kestiyên ser dikarin tistekî bikin bila çarenûsa kestiya 'Moskova' bibînin
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser derbasbûna 50 rojên ji ser êrîşên Rûsyayê re axivî û berxwedana welatiyên Ukraynayê nirxand.
Volodimir Zelensky da zanîn, divê xelkê Ukraynayê bi xwe şanz bin ku di 50 rojên borî de, li hember êrîşên Rûsyayê li ber xwe dane.
Zelensky eşkere kir: “Bi milyonan Ukraynî di nava 50 rojên borî de biryar dan li dijî êrîşên Rûsyayê şer bikin.”
Herwiha Serokê Ukraynayê diyar kir, ji roja yekem a êrîşên Rûsyayê ve, serkirdeyên Ewropayê pêşniyar kirine ku ji Kîevê birevin û got: “Ewropa qebareya mezin wêrekiya Ukrayniyan nizanîbû ku çiqas ji azadî û jiyana serbixwe hez dikin.”
Di berdewamiyê de Zelensky henekê xwe bi artêşa Rûsyayê dike û dibêje: “Ew ên ku digotin qey keştiyên şer dikarin tiştekî bikin, bila çarenûsa keştiya 'Moskova' bibînin ku çawa têk çû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin