Zelensky: Nîsaneyên danûstandinên bi Rûsyayê re dikarin erênî werin binavkirin

30 March 2022 12:33 0 dîtin
Zelensky: Nîsaneyên danûstandinên bi Rûsyayê re dikarin erênî werin binavkirin

PeyamaKurd Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kir, nîşaneyên danûstandinên bi Rûsyayê re dikarin erênî werin binavkirin, lê got moşekên Rûsî nesekinîne.

Li gor Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky roja Sêşemê da zanîn, ne pêkan e axaftin li ser rakirina cezayên li ser Rûsyayê hatine sepandin werin kirin, berî ku şer bi dawî bibe.

Herwiha Zelensky hişyariya xwe li ser soza Rûsyayê ya ji bo kêmkirina operasyonên xwe yên leşkerî li hin deveran nîşan da û eşkere kir, ew hewlên xwe yên berevaniyê kêm nakin.

Serokê Ukraynayê destnîşan kir: “Em dikarin bêjin ku sînyalên em ji danûstandinan werdigirin erênî ne, lê ew teqînên topên Rûsî nasekinînin."

Zelensky diyar kir, Ukrayna tenê dikare bi encamên berbiçav ên danûstandinan bawer bike.

Zelensky eşkere kir: “Tevî sozên ku tên dayîn, lê artêşa Rûsyayê hîn jî xwedî şiyaneke mezin e ku êrîşên xwe li dijî welatê me bidomîne.”