Zelensky: NATO ji Rûsyayê ditirse, em dikarin Qirim û Donbasê nîqas bikin!
PeyamaKurd – Êrîşa dagirkirina Ûkraynayê ya bi fermana Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ku 24ê Sibata 2022yan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 13emîn de berdewam dike û heta niha ji bilî dagirkirina beşek ji herêmên Ûkraynayê ziyanên mezin ên canî û madî yên şer çêbûne.
Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve bangewaziyan li NATO û Ewropayê dike ku wan ji êrîşan biparêzin û alîkariyên leşkerî yên zêdetir bidin wan.
Zelensky di hevpeyvîneke ligel televizyona ABC ya Amerîkî de, anî ziman ku êdî bala wî ne li ser NATOyê ye ji ber ku ne endambûna wan qebûl kiriye ne jî piştevaniya parastina ji êrîşên Rûsyayê daye wan.
Herwiha Zelensky gotiye, “NATO ji rûbirûbûna Rûsyayê ditirse.”
Zelensky li ser pirsa mijara Qirim û Donbasê ku Rûsyayê bi wê hincetê şer dabû destpêkirin jî got: “Em dikarin nîqaş bikin û li ser çawaniya jiyana xelkê wan herêman rêyeke lihevkirinê bibînin.”
Hêjayî gotinê ye, Rûsyayê ji bo dawîkirina êrîşên leşkerî bi ser Ûkraynayê de; mercên naskirina herdu herêmên Donetsk-Luhansk ên Donbasê, qebûlkirina Qirimê wek parçeyekî Rûsyayê û herwiha bi destûrê misogerkirina bêalîbûna dewleta Ûkraynayê ango bi ti awayî daxwazeke bo endambûna NATOyê neyê kirin, danîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin